Rêveberiya Xweser sala nû li tevahî pêkhateyan pîroz kir

Bi hatina 2021’an re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ev bone daxuyaniyekê, li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin:

Bi boneya hatina sala 2021’an, em tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz dikin. Ji ber ev bone gelek wateyên mîna hezkirin, aştî û jiyana hevbeş dihewîne. Em soza xwe ya bilindkirina kedê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya bi hewldana sepandina rêgezên biratiyê nû dikin. her wiha ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera koçberan li warên wan, bi israr in.

Em bi hêvî ne sala nû bi xwe re xêrê ji tevahî û welatê Sûriyê re bîne û bibe saleke dûrî şer û wêrankirinê.

Her sal gelê me yê li hundir û derve bi xêr be.”

Back to top button