Dêrazor-Ji bo azadiya Rêber Apo panelek hat li darxistin

Bi diruşma “Felsefeya neteweya demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn modela herî guncaw e” li Dêrazorê panelek hate lidarxistin.

Panel li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlo ya gundewarê Dêrazorê pêk hat.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan sponseriya panelê kir.

Di panelê de,

Felsefeya neteweya demokratîk, ji ber ku ew felsefe ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn modela herî guncaw e, Û

binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tecrîd, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran hatin nîqaşkirin.

Dawiyê beşdaran li ser her du mijaran nîqaş kir û banga bidawîkirina tecrîdê kir û got:

Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya Rojhilata Navîn e.

Şêniyên Dêrazorê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Back to top button