Li Dêrazorê tecrîda li dijî rêber Apo bi meşekê hate şermezarkirin.
Şêniyên Dêrazorê, rûspî û endamên saziyên sivîl û desteyên jinan jî meşek lidar xistin û tecrîda li ser Rêber Apo şermezarkirin.
Meş li sûka bajarokê Hecînê veguherî mîtîngê.
Li vir daxuyaniyek hate dayîn û bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê hate şermezar kirin.
Bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku helwesteke cidî nîşan bidin.”