Rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê a li ser Jinan berdewamin.
Bi diruşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” Rêxistinên Jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyan pêk tînin.
Li Til Temir, Kobanê û Helebê Semîner hatin dayîn.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê nêz dibe..
Çalakiyên jinan yên di vê çarçoveyê de jî pêk tên.
Ji aliyê sazî û Rêxistinên Jinan ve li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin.
Îro Kongra Star li gundê Til Fêda ê başûrî navçeya Til Temirê, bi beşdariya jinên gund, malbatên koçber û mêran semîner da.
Rêvebera Kongra Star a navçeyê Hêvîn Mûsa semîner da, balkişand ser rêbaz û sedemê tundiyê û weha got:
‘Gelek sedemên tundîyê li ser jinan hene, sedemên çandî, perwerdehî, urf û adetên civakî yên şaş her wiha sedemên aborî jî gelek rol dilîze.
Jin û mêrên beşdar jî nerînên xwe li ser tundiyê û awayê têkoşîna li dijî wê anîn ziman.
Kobanê-Buroya Jin ya TEV-DEM’ê derbarê 25 ê Mijdarê semînerek da
Li kobanê jî, Meclisa jin a Edaleta Civakî û ofîsa jin ya TEV-DEM, semîner da.
Di semînerê de dîroka rojê, cure û rêbazên tundiyê û bandora wê ya li ser civakê hatin şîrovekirin.
Her weha bi riya du şanoyan bal hat kişandin li ser tundiyê û riya rabûna li ber tundiyê.
Heleb-Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê bi civînekê hat nirxandin
Ev der jî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebe ye..
Akademiya Kongra Star bi boneya Rojê ji mêran re civînek li dar xist.
Rêvebera Akademiya Kongra Star Arjîn Amad çîroka sê xwişkên Mîrabal vegot û diyar kir ku Erdogan nêzîkatiya desthilatdarê faşîst Trujîllo şopand.
Arjîn dagirkerî weke şîdetê bi nav kir, bal kişand ser derxistina fikra şîdetê ji mejiyan û esasgirtina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di vî warî de.