
Kirinên Hovane yên artêşat Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.
Çeteyan sedî 30 ji darên Efrînê qut kirin, li aliyê din jî 100 malbatên çeteyan yên Idilbî li navçeya Şêrewa bicihkirin.
Malpera Efrîn Post raghand ku rêjeya darên li Efrînê hatine qutkirin, ji sedî 30 e.
Çeteyan bi hezaran darên Herac Mehmûdiyê yê Efrînê qutkirine û li bazaran firotin.
Çeteyan û malbatên xwe meha derbasbûyî 100 darên Zeytunan li gundê Coqê yê navçeya Mabata û 40 jî li gundê Matîna yê Şera qutkirin.
16’ê çileyê Rêxistana Mafê mirovan a Efrînê qutkirina sed û 80 hezar darên zeytunan, 300 darên temen mezin û 15 hezar darên Sindiyan belge kirin.
Guhertina demografiya Efrînê
Li navçeya Şêrewa, 100 malbatên çeteyan hatin bicihkirin
Li aliyekî din jî guhertina demografiya Efrînê û bicihkirina malbatên çeteyên Idlibê dewam dike.
çeteyan di van her du rojên dawî de 100 malbatên çeteyan li navçeya Şêrewa bi cih kirin.
NAVÇEYA ŞÊREWA
GUNDÊ XEZAWÎYÊ 41 MALBAT
GUDNÊ BEIYÊ 19 MALBAT
BAJARÊ EFRÎNÊ
GUNDÊ TIL TEWÎL 49 MALBAT