
Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrîşê navçeya Xaneqîn a Kerkûkê kirin, di encama êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev êrîşê gundê Elî Sedun yê Bakurê navçeya Xaneqîn ê Kerkûkê kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirine, xelkê gund jî bersiv dan û şer derket.
Hate zanîn di encama şerê navbera çete û gundiyan de, bav û kurê xwe hatin kuştin û welatiyek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan welatiyê birîndar bûye, rakirine nexweşxaneyê.
Di demên dawî de li derdora Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û cihên din liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.