Li gundê Dîhaban ê rojhilatê Kobanê îro zarokekî 8 salî ket nav bîrekê bi kûrahiya 70 metreyan.
Heta vê kêliyê jî şêniyên Kobanê hewldana derxistina wî zarokî dikin.
Li gundê Dîhaban ê rojhilatê Kobanê zarokê bi navê Salih Şêxo yê 8 salî ket nav bîrekê bi kurahiya 70 metreyan.
Ew zarok di kurahiya 40-50 metreyî de asê maye.
Li gorî agahiyan ew zarok hîna saxe û di bîrê deye.
Her wiha heta amadekirina vê nûçeyê jî şêniyên Kobanê hewldanên derxistina wî zarokî dikin.
Li rex şêniyan, tîmên Şaredariya Gel a Şêran û Hêzên Asayîşê jî hene..
Ji ber nebûna alavên pêwîst hewldanên rizgarkirinê hîna jî didomin.