
Meclisa Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 sivîlên ku 13’ê Kanûnê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Sê sivîlên ku şehîd bûnê piştî rizgarkirna Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê bi Meclisa Xweser a Şengalê re alîkar bûn.
Ev welatparêz xebatên xwe bênavber domandin û gelek bîrên avê ku çêkirin xistin xizmeta gelê me.
Wê gelê me yê Êzidî ti carî ked û hewldana van welatparêzan ji bîr nekin û minnetdarê wan bin.
Em sersaxî ji malbatên wan re dixwzin û soza xwedî derketina li bîranînên wan didin.”
Li gorî daxuyaniya meclisa Xweser a Şengalê navên şehîdan wiha ye:
Mihemed Xan Temmo ji gundê Helinc yê Kobanê
Mistefa Salih Berkel Hacî ji gundê Qulan yê Kobanê
Xelîl Xalit Cio ji gundê Qerêlî ya Kobanê