ŞÊXÊ ÊLA BÛ ESAF UBEYD XELÎL HESEN: EM BI QSD’Ê RE NE

Her roj piştgiriya bi QSD’ê re zêde dibe.

Vê carê jî Şêxê Êla Bû Essaf, Ubeyd Xelîl Hesan piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez kir û diyar kir ku ew ê li dijî her êrîşekê bisekinin û piştgiriyê bidin QSD’ê

Şêxê Êla Ereban a Bû Essaf, Ubeyd Xelîl Hesan li ser gefên Erdogan li dijî herêmên bi-ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ajansa HAWARê re axivî .

Şêx Ubeyd Xelîl Hesan got:

Erdogan dixwaze hevgirtina civakî ya li herêmên me ji holê rake.

Lê em wek êlên ereb rê nadin ku Erdogan vê yekê pêk bîne.

Şêx Ubeyd Xelîl Hesan diyar kir ku Tirkiye bi awayekî eşkere destekê dide çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê.

Şêx Ubeyd Xelîl Hesan teqez kir ku ew ê li dijî her êrîşekê li ser xaka Bakur û rojhilatê Sûrî li rex QSD’ê bin û bi vê bangê bi dawî kir:

Em bang li her kesî dikin ku li dijî gef û êrîşên dewleta tirkiyê hişyar bin.

Leave a Reply

Back to top button