Li Kamerûnê ji ber şewba kolera 140 kes mirin

Li Kamerûnê ji Cotmeha 2021’ê ve 7 hezar nexweşên bi şewba kolerayê hatin tespîtkirin.

Hate ragihandin ku 140 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîr Joseph Dion Ngute bi daxuyaniyekê got,

“Rewşa epîdemiyolojîk a nûbûyî nîşan dide ku ji Cotmeha 2021’ê ve 7.287 kes nexweş ketine.

Ji van 140 kes mirine.”

Serokwezîr ragihand ku hîn jî li herêmên peravî Lîttoral û li Rojava û Başûrrojava nexweş têne tespîtkirin.

Hikumetê ragihand ku wê di destpêka meha Hezîranê de dest bi kampanya derzîkirinê bikin.

Di navbera Çile û Tebaxa 2020’î de li Kamerûnê 66 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dan.

Ji destpêka sala 2021’ê ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li cîhanê her sal 1.3 heta 4 milyon nexweşên kolerayê hatine tespîtkirin.

Ji van 21 heta 143 hezar kes mirine.

Back to top button