QSD: Dagirkeriya Tirk li eniyên şer kembera reş ava dike

QSDê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji eniyên şer ên gundewarê başûrê Efrînê û heta tixûbên Minbicê û gundewarê rojavayê Kobanê kemberekê ji çeteyan ava dike, da ku wan di pêkanîna êrişên muhtemel de bi kar bîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD li ser malpera xwe derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku li gor agahiyên berdestê wan dewleta Tirk çeteyên koma Huras El-Dîn li gundên Kebaşîn û Basûtê yên başûrê Efrînê bi cih kirine; da ku şerê muhtemel de bikarbînin.

Heman çavkaniyan teqez kir ku zêdetirî 300 çeteyên (Heyet Tehrîr El-Şam) li gundên Fafirtîn û Bazîrê bi cih bûne.

Beriya wê jî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundê Basûfan û herêma Şêx Eqîl ên başûrê Efrînê bi cih bibûn.

QSD’ê bibîrxist ku ev gûhertin piştî civîna dewlta Tirk li Idlibê bi çeteyan re pêk hat û got:

“Di civînê de aliyan li ser bicihbûna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li eniyên gundewarê bakur û rojhilatê Helebê û li herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê yên dagirkirî, li hev kirin e.”

Back to top button