Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine û bi taybetÎ li Efrînê guhertina demografîk, bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê, didomîne. Yên ku din bin navê “Xêrxwaziyê” de destek didin dewleta Tirk jî, komeleyên Qeter, Kiwêt û Filistînê ne.
Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kirine, avahiyên mêtîngeriyê ava dike û demografiya herêmê diguhere.
Ji bo herêmên din ji Sûriyê qut bike û tevlî xwe bike, çi ji destê wê tê dike.
Dewleta Tirk 2013’an li herêmê dest bi pilanên xwe yên mêtîngeriyê kir û di demên dawî de bi piştgiriya komeleyên Qeter û Kiwêtê, di bin navê “Xêrxwazî” de, hejmara van avahiyan zêde kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê beriya niha diyar kiribû ku Qeter û Kiwêt berpirsên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ne.
Derdora 24 komeleyên Tirk, Qeterî, Kiwêtî û Filistînî li herêmên dagirkirî destekê didin avakirina avahiyên mêtîngeriyê.
Dewleta Tirk niha li Serêkaniyê, Babê, Cerablus, Ezaz û Idlibê, bi sedan avahiyên mîtîngeriyê ava kirine û malbatên çeteyan têde bi cih kirine.
Li Efrînê bi sedan avahiyên mêtingeriyê hatin avakirin
Li kantona Efrînê ya dagirkirî jî, dewleta Tirk pişta xwe da komeleyên îxwanî yên Qeterî, Kuwêtî û Ewropî ku avahiyên mêtingeriyê, di bin navê “Xêrxwazî û mirovî”, ava bikin.
Weke Komeleya El-Eyş Bî-Kerame, EL-Eyadî El-Beyda û El-Xuwez El-Beyda.
Ji Sala 2018’an û heta niha bi sedan avahiyên mîtîngeriyê li navçeyên Efrînê hatine avakirin û çeteyên ku ji herêmên din ên Sûriyê ne, lê hatine bicihkirin.
“Çareserî hevbendiya Kurd û Ereb e”
Têkildarî mijarê Rojnamegerê Misirî û Serokê Edîtoriya Rojnameya Şemisnews Muhsin Ewed-ellah diyar kir ku Dewleta Tirk komeleyên Ereb ji bo avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî dixapîne û di vê mijarê de divê Kurd, sûcên dewleta Tirk li herêmê baş bidin xuyakirin.
Ewed-ellah da zanîn ku dewleta Tirk xwe bi gelên Ereb da îqnakirin ku ew ji bo piştevaniya gelê Sûriyê destwerdanê dike û got:
“Heke em bixwazin destekdayîna komeleyên Ereb, ji bo avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî rawestînin, divê em rastiyê ji gelên Ereb re eşkere bikin û niyeta dewleta Tirk a li herêmê teşhîr bikin.
Çareseriya herî guncaw hevbendiya Kurd-Ereb e ku rejîma Tirkiyê hilweşînin û siyasetên wê ji cîhanê re, eşkere bikin.”