Wezîrê Derve yê Amerîka yê şerê sar Kissinger mir

Henry Kissinger ku di dema Şerê Sar de Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê bû, û gelek biryarên ku li cîhanê rastî bertekan hatin îmzekirin, di 100 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Şêwirmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger di 100 saliya xwe de mir.

Di daxuyaniya li ser malpera şexsî ya Kissinger de hat ragihandin ku Wezîrê berê di 100 saliya xwe de li mala xwe ya li Connecticutê koça dawî kir.

Kissinger, zarokê malbateke cihû ya ku ji Almanyaya Nazî reviyaye,

Di navbera salên 1973 û 1977an de wezîrê karên derve, serdemên Richard Nixon û 38’emîn Serokê DYA Gerald Ford,

û di navbera salên 1969 û 1975’an de jî wek şêwirmendê ewlehiya neteweyî kar kiriye.

HENR KISSINGER BI BIRYARÊN NAKOK DIHAT NAS KIRIN

Kissinger bi biryarên xwe yên nakok ên ku siyaseta cîhanê şekil dida nasîn, li hundir û navneteweyî bi berfirehî dihat şermezar kirin

Kissinger di sala 1970’an de ji ber rola wî ya di bombekirina Kamboçya û dagirkirina başûrê Viyetnamê rastê gelek bertek hatîbû.

Back to top button