Pentagon: Hefteyeke li Iraq û Suriyê li ser hêzên me êrîş pêk nehatiye

Berdevkê Wezareta Parastinê Patrick Ryder eşkere kir ku ji roja 23’yê Mijdarê ve li Iraq û Suriyê komên çekdarên êrişê baregehên Amerîka û hêzên koalîsyonê nekirine.

Ryder diyar kir ku hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ye.

Her wiha da zanîn ger li herêmê êrişê hêzên wan were kirin, ewê ji bo xwe parastinê bersiva êrişan bidin.

Patrick Ryder eşkere kir ji bo parastina hêzên xwe wan sîstema parastinê ya Patriot li herêmê bi cih kiriye û ewê sîstemên din ên parastinê jî bişînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji roja 17’ê Cotmeha 2023’yan ve 62 caran bi muşek û dronên bombebarkirî êrişî bargehên Amerîka yên li Iraq, Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Ji vana 29 êriş li Iraqê û 33 êriş jî li Rojavayê Kurdistanê (Suriye) pêkhatine.

Di encama van êrişan de gelek leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Back to top button