Li Efrînê Çeteyan 2 sivîl revandin û 25 milyon L.S fidiye xwestin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe rewa bike, binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî sivîl, xweza û dîroka Efrînê didomîne. Li Efrînê çete 2 sivîl revandin û 25 milyon L.S fidiye jî ji malbatên wan xwestin. Her weha çete girê Erendê yê şûnwarî yê li navçeya Şiyê ya Efrînê dikolin û berhemên dîrokî talan dikin.

Ev zêdeyî du sal in, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagirkirine.

Dewleta Tirk û çeteyên wî hewl didin bi revandina sivîlan, wêrankirina xweza û talankirina şûnwaran, demografiya Efrînê bigihurînin.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Ebd Reûf Îbrahîm (48) yê ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata revand.

Çetayan ji bo berdan Îbrahîm 250 Hezar L.S fidiye jê standin.

Her weha çeteyan ji bo berdana şêniyê bi navê Fuad Elî Kurtancî (37) jî, ji malbata wî 25 milyon L.S xwestin.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan, Kurtancî di dawîya sala 2019’an de revandibû.

 

Dewleta Tirk girê erendê yê li navçeya Şiyê talan dike

Çavdêriya Mafê mirovan a Sûrî ragihand ku çeteyên Dewleta Tirk a dagirker girê Erendê yê li navçeya Şiyê talan dikin û şûnwarên wê didizin.

Çavdêriyê diyar kir ku çete bi alavên giran û amûrên kolandinê ziyanên mezin digihînin girên dîrokî yên li Efrînê.

Her weha çeteyan bi hezar darên li dedora giran, yên ku temenê wan zîdetirî 50 salin, birîne.

Di Adara borî de, çavdêriya mafê mirovan a Sûrî ragihandibû ku çeteyên dewleta Tirk ji bo lêgerîna zêran, minareya mizgefta bajarê Şiyê ya Efrînê hilweşadin.

Back to top button