Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan re xwestin

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Osman Xelîl û Azad Xelîl ên ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûne re xwestin.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Kobanê li qada Şehîd Egîd sersaxî dan malbatên şehîdan.

Şênî tevî Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê destpêkê serdana taxa şehîd Peyman a konê sersaxiyê yê şehîd Osman Xelîl kir.

Piştre şêniyan li navçeya Qenayê ya rojavayê bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Azad Xelîl re xwest.

Duh Cenazeyên şehîd Osman Xelîl û Azad Xelîl li Kobanê hatin oxirkirin.

Back to top button