Fermandariya Giştî ya YBŞ: Di êrîşa Xanesorê de 5 şervan birîndar bûn

Fermandariya giştî ya YBŞ’ê ragihand ku di êrîşên dewleta tirk a dagirker ku doh li Xanesora Şengalê pêkiyê, 2 jê giran, 5 şervan birîndar bûne.
Fermandariyê diyar kir ku dewleta tirk ji bo tola Bexdadî rake, êrîşî civaka Êzidî dike.

Doh balefirên dewleta tirk a dagirker ên bê mirov careke din navenda Xanesorê ya Şengalê bombebaran kir.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê jî derbarê êrîşê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

YBŞ’ê ragihand ku di êrîşa doh a Xanesorê de 2 jê rewşa wan giran 5 şervan birîndar bûn.

YBŞ weha got:

“Armanca dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan civaka Êzidî ya Şengalê bê rêxistin û bê parastin bihêle.

Ev êrîş parçeyek ji şerê taybet û şerê psîkolojîk e, dixwaze di nav civaka me de tirs û belavbûyînek pêş bixîne.”

YBŞ’ê daxwaz ji civaka Êzîdî kir ku li dijî van êrîşan rêxistin û sekna xwe xurt bikin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ:
Dewleta Tirk dixwaze tola bexdadî ji civaka Êzidî rake

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî ya li ciheke di bin kontrola dewleta tirkiyê de bibîrxist û diyar kir ku kuştina Bexdadî weke Tola Jinên Êzidî hate ragihandin.

Fermandariya YPŞ got, “Dewleta tirk bi êrîşên li dijî Şengalê dixwaze tola Bexdadî ji civaka Êzidî rake.”

YBŞ’ê balkişand li ser planên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî herêmê û di serî de gelê Mûsil û Kerkûkê ji tevahî gelê Iraqê xwest ku li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ:
Em heta dawî li dijî her êrîşekê gelê xwe biparêzin

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuya daxuyaniya xwe de careke din biryardariya xwe ya ji bo parastina civakê anî ziman.

Weke YBŞ û YJŞ’ê di bin her şert û mercan de em ê gelê xwe û civaka xwe biparêzin.
Çawa ku di sala 2014’an de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê me erka xwe ya parastinê bi cîh anî, li hemberî van êrîşên dewleta Tirk jî em ê li erka xwe ya dîrokî xwedî derkevin û di serî de gelê xwe û hemû gelê heremê biparêzin.”

Leave a Reply

Back to top button