Di nava 24 saetan de li Iraqê dijî Hêzên Hevpeyman 3 êriş çêbûn

Êrîşên li dijî hêzên koalîsyona navnetewî yên li Iraqê zêde bûye. Di nava 24 saetên derbasbûyî de, li dijî hêzên Koalîsyona Navnetewî yên li Iraqê 3 êriş pêkhatin.

Li gorî medyaya Iraqê, li bajarê Nasriye ya ser bi parêzgeha Zîqar, di dema derbazbûna karwanek wesayîtên Hêzên Koalîsyona Navnetewî de, teqînek çêbû.

Sedema teqîn û ziyanan nehate zayîn.

Duh li nêzî parêzgeha Dîwaniye bombebeyek bi karwanê leşkerî ya koalîsyona navneteweyî ve teqiya.

Di encamê de wesayîte leşkerî şewitî, lê tiştek bi kesekê nehat.

Heman rojê li ser riya Babilê jî karwanê leşkerî ya koalîsyonê bû armanc û ziyan gihîşt wesayîtên wan.

Back to top button