Wezîrên Karê Derve yên Iraq, Misir û Urdin beriya civîna sêalî hatin gel hev

Wezîrên Karên Derve yên Iraq, Misir û Urdinê beriya civîna lîderên herês welatan li paytexta Iraq Bexdayê civiyan. Wezîran diyar kirin ku wan li ser mijarên civîna lîderan nîqaş kirine.

Doh Wezîrê Karê derve yê Iraqê Fuad Hisên, yê Misrê Samîh Sukrî û yê Urdunê Eymen Sefadî li ser mijarê civiyan.

Piştî civînê wezîr derketin pêşya çapemeniyê û agahî dan.

Samîh Sukrî diyar kir ku ev civîn ji bo amadekariya civîna lîderan pêk hatiye û got:

Em bi çar çavan li benda liderketina civînê ne.

Civîna lîderan ya navborî wê li Misirê pêk hatiban.

Piştî qezaya tirenê ya li Misirê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyama sersaxî li Qahîrê da û ragihand ku ew ê civîn li Bexda pêk were.

Beriya civîn pêk were Wezîrên Karên Derve yên hersê welatan doh li paytexta Iraq Bexdayê hatin gel hev.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî got:

Mijara doza Filistîn, şerê li Sûrî, têkoşîna li dijî terorê, şerê li Yemen û Lîbyayê jî wê werin nîqaşkirin.

Wezîrê Urdinê Eymen Sefadî jî ji ber çareserkirina pirsgirêka keştiya ku Qenala Suveyş asî kirî, spasiya Misirê kir.

Back to top button