Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 124’an

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên bi armanca azadiya rêber Apo hatine destpêkirin, bi biryardarî dewam dikin.
Partiyên siyasî û saziyên hiqûqî jî nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û diyar kirin divê demildest parêzer biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.

Girtiyên siyasî, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca azadiya Rêberê Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyan di roja 124’yemîn de ji aliyê koma 25’emîn ve berdewam dike.

Li wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 103’an dewam dike

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştar li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatî destpêkirin, di roja 103’an dewam dike.

Çalakî bi merasîmekê ji aliyê koma 52’emin ve hate dewrgirtin.

Greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîoyê di roja 86’an de ye

Bi heman armancê greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîoyê di roja 86, dom dike.

Koma 18’an greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîo dewir girt.

Greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger de hatiye destpêkirin, li gorî tedbîrên şewbê dom dike.

OHD: Divê demildest parêzer û malbat bikarin rêber ocalan bibînin

Hevserokê Giştî yê Komeleye Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê berteka xwe nîaşn da.

Bunyamîn Şeker bang kir ku divê demildest parêzer û malbat bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin.

Şeker diyar kir ku rabûna li dijî tecrîdê ne tenê berpirsiyartiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne, di heman demê de ev berpirsiyartiya hemû civakê ye.

Salîhe Aydenîz: Tecrîda li ser birêz ocalan li dijî hiqûqê ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand li ser hevdîtina telefonê ya nîvco mayî û diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hember Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûl kirin.

Salîhe got,

“Tecrîda li ser Birez Ocalan pirsgirêkek siyasî û bê hiqûqî ye. Dewlet bêhiqûqî nêz dibe.Divê parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin.

Nêzîkatiya dewletê ya li hemberê tecrîd û birêz Ocalan, di êsasê xwe de nêzikatiya li hemberê Gelê Kurd e. Her wiha nêzikatiya demokrasiyê û yê şer e.

Back to top button