Li bajarê Orebro yê Swêdê êrîşên dagirkeriyê hate şermezar kirin

Kurdistaniyên li bajarên Orebro ya Swêdê, Stockholmê, Hambûrgê û Dusseldorfê daketin qadan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin.

Li bajarê Orebro ya Swêdê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê dayî destpêkirin; hate protestokirin.

Di çalakiyê de hat diyar kirin ku wê gelê Kurd bi yek helwestê heta dawiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bide.

Kurdên li Stockholmê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Kurdên li Stockholmê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Metîna, Zap û Avaşînê daye destpêkirin, çalakiyek protestoyî lidarxistin.

Kurdan, banga berxwedanê kirin û diyar kirin ku divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî van êrîşên dagirker dengê xwe bilind bikin.

Li bajarê Hambûrgê jî êrîş hatin şermezarkirin

Li bajarê Hambûrg a Elmanyê jî bi çalakiyekê êrîş hate şermezar kirin.

Elman jî tevlî çalakiya Kurdistaniyan bûn.

Di çalakiyê de kesên axivîn êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin, berxwedana gerila silav kirin û gotin:

Pêwîst e ciwanên Kurd ji her demê zêdetir li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê de bin.

Li Dusseldorfê êrîşên dagikeriyê hatin şermezarkirin

Li Dusseldorfê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Back to top button