Şandeyeke Kenedayî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Piştî hevdîtinan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Kanadayê kirin.
Şandeyek ji Kanadayê bi serokatiya mûdîra Giştî Ya Karên Konsulxaneya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Victoria Filler û nûnerê Kanadayê ya ji bo Sûriyê Rasta Daeî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Şande ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Robêl Beho di hevdîtinê de bal kişand ser nexşerêya dawîn a civîna Astanayê û diyar kir ku nexşerê ji gelek hevbendiyên li dijî gelê Sûriyê pêk tê û ev hevbendî wê aloziya Sûriyê kûrtir bike.
Beho diyar kir ku rêya yekane ya çareserkirina aloziyê diyalogên navxweyî ne û bang li civkata navneteweyî kir ku destekê bidin hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ya li gorî biryara 2254’an a NY’î.
Beho îşaret bi biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî kir û bang li hikumeta Kanadayê û civata navneteweyî kir ku destekê bide avakirina dadgehên navneteweyî yên ji bo darizandina DAIŞ’iyan û got:
Çeteyên li herêmê mîna bombeyek li ber teqînê ne û gefan li herêmê û tevahî cîhanê dixwin.
Mûdîra Giştî ya Karên Konsulxaneya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Victoria Filler jî got:
Kanadayê kêfxweş e ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tevkariyê bike.
Hikumeta Kanadayê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne û ji ber riska çeteyên di kamp û girtîgehan de bi fikar e.
Dawiya hevdîtinê, Daîreya Têkiliyên Derve 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Kanadayê, radestî şandeyê kirin.