PDK derbasbûna mêvanê komxebata Lozanê asteng kir

PDK Rê Neda gelek siyasetmedarên kurd derbasî rojava bibin û beşdarî komxebata têkişdarî Lozanê bibin.
Rêvebera Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm nêzîkatiya PDK’ê rexne kir û diyar kir ku nehiştina deraskirina mêvnaên komxebatê şermeke mezin e, ev jî asta netewbûna wî nîşan dide.

PDK kengî ji bo kurd û kurdistanê xebateke were meşandin asteng dike û li gor daxwazên dagirkerên kurdistanê tevdigere.

Herî dawî jî li deriyê Sêmalka nehişt gelke siyasetmedarên kurd derbasî Rojavayê kurdistanê bibin û ji bo beşdarî komxebata Lozanê nebin.

Rêvebera Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm PDK’ê bi tund Rexne kir.

Şanaz Îbrahîm got; “Hikûmeta Başûr bêberpirsyariyeke dîrokî û exlaqî li hemberî Kurdistanê dike.

Li şûna ku di 100 saliya peymana Lozanê de li Hewlêrê konferansek lidarbixista; ango bi xwe beşdarî xebatên bi vî rengî bibe, girtina deriyê Sêmalka, astenkirina siyasetmedaran rastiya wî nîşan dide.

”Hikûmeta Başûr xwe ji Kurd û Kurdistanê re berpisiyar nabîne”

Şanaz anî ziman ku Girtina Deriyê Sêmalka li ber mêvanên dixwestin tevlî Komxebat Têkildarî Lozanê bibin, eger rastiya Kurd bigire berçav, bêberpirsyariya herî mezin ya Hikûmeta Başûr e.

”Şermeke mezine ku tu li ser xaka xwe nikaribe hêsankariyê ji netewa xwe re bike”

Şanaz balkişand ser astengkirina çûyîna şande û alîkariyên mirovî ji Rojava re û wiha domand..

”Şermezariyek gelek mezine ku Hikûmeta Başûr nikare û newêre alîkariya kamyonek şîrê zarokan an jî şandeyekê ji xaka xwe di derîyê sînorî yê din bin kontrola xwe de ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed di dawiya axaftina xwe de dibêje ku desthilatek ku di pratîkê de wiha tevbigere helbet bi dirûşme her di serdema ‘Ey Reqîb’ da, dizivire.

PDK û hikumeta Şamê li pêşiya beşdarên komxebatê bûn astengî

Back to top button