Şêniyên navçeya Şêrawa: Ji ber êrîşan em nikarin çandiniya xwe bikin

Artêşa dagirker û çeteyên wê nahêlên xelkên gunên Bênê û Basla yên navçeya Şera û Şêrawa berhemên darên xwe yên zeytûnan kom bikin.
Ji ber êrişên çeteyan 3 hezar û 550 hektar erdê gûndên navborî bê çandinî mane û berhemên 149 hezar daran jî nehatine berhevkirin.
şêniyên deverê dibêjin:
“Ev darana debar û rizqê me ne û em bi xêra wan dijîn, lê niha ji ber kiryarên çeteyan êdî rê li ber berhevkirina zeytûnan hatiye girtin.

Back to top button