
Li Pakistanê baranên mûsonê îsal bîlançoyek giran li pey xwe hişt.
Baranên ku ji meha Hezîranê ve despê kirî heta niha bûn sedema mirina hezar û 638 kesî.
Her wiha bandor li bêtirî 33 mîlyon kesî jî hatiye kirin.
Li Pakistanê di navbera Hezîran û Îlonê bi qasî 5,6 katan barana zêde bariya.
Ji ber baranê ji 14’ê Hezîranê û heta niha 588 zarok bi kêmanî 1638 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha, herî kêm 12 hezar û 865 kes jî birîndar bûn.
Ji ber baran û lehiyê nêzî 824 hezar xanî û 392 pir jî hilweşiyane.
Di nava rojên derbasbûyî de, Alîkarê Serokê Herêma Asyaya Başûr a Banka Cîhanê Martîn Raîser ewê hewil bidin alîkariyê bi welatiyan re bikin.
Raîser diyar kir ku ew ê weke banka cîhanî bi bihayê 2 mîlyar dolar wê alîkariya mirovî pêşkêş bikin.
Her sal baranên mûsonê yên ji Hezîranê despê dikin û heta Îlonê dewam dikin, li welat bandoreke mezin pêk tînin.
Li Pakistanê..Di nava 2 mehan de ji ber baran û lehiyê 777 kes mirin