Li Eyn Îsa ji ber mayînekê, zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundê el-Ersî yê navçeya Eyn Îsayê mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞê teqiya, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Zarokê bi navê Mihemed El-Îsmayîl, dema li ber sewalên xwe li nêzî gundê El-Ersî (10 km li rojavayê navçeya Ey Îsa) bû, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞê pê ve teqiya.

Di encama teqîna mayînê de, Mihemedê 13 salî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha kurê apê wî Ehmed El-Fehed yê 12 salî jî birîndar bû û ji bo dermankirinê ew rakirin Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê.

Back to top button