Dewleta Tirk, 30 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li gel agirbesta qaşo hatiye ragihandin, dewleta Tirk dîsa maşîneyên xwe yên leşkerî derbasî Idlibê dike û herî dawî 30 maşîneyên din di dergeha Kefer Losîn re, derbasî herêmê kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, ji 2 sibatê û heya vê kêliyê, jimara maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk gihaştiye 5 hezar û 715an û jimara leşkerên ku li Idlibê belav bûne jî, hezar û 250 derbas kir.

Navenda Çavdêriyê teqez kir ku, duh dewleta Tirk foca 46 an a rejîma Sûrî jî li rojavayê gundewarê Helebê, bi mûşekan kir armanc.

Çavdêriyê her wiha da zanîn, ku hêzên rejîma Sûrî gundê Meranad li gundewarê Laziqiyê û gundê Salihiyê û Afis li gundewarê Idlibê, topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê, îro li gundê Rwêha Cerade, şer û pêvçûn rû dan, di encamê de bi dehan kuştî ji herdu aliyan çêbûn.

Tê zanîn, 5ê Adarê Putin û Erdogan agirbestek li Idlibê ragihand, tevî ev mehek di ser derbas bûye jî, carcaran hinek binpêkirin li wê deverê pêk tên.

Back to top button