Rêveberiya Xweser: Kesên bi qûta gel dilîzin wê werin cezakirin

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî desteyên şaxî yên li herêmên din re civînek li dar xist da ku komîteyeke têkoşîna li dijî terorê, çavdêriya madeyên zimhêrê û dîsplînkirina kiryarên qaçaqiyê ava bikin.

Civîn bi amadebûna hevserokan û rêveberên 7 rêveberiyên sivîl li hola civînan a avahiya Meclisa Rêveber a Reqayê li dar ket.

Di civînê de pêşniyar, têkoşîna li dijî qaçaqiyê û mekanîzmeya dîsplîkirina wê hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr El-Zîb deriyên nîqaş û rapirsînan vekir û wiha got:

“Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin û rûbirûyî fişarên aborî ne. Divê biryarên me li hember kesên bi qûta gel didizin, gendeliyê dikin tund bin.”

Li aliyekî din jî Hevserokê herêma Firatê Mihemed Şahîn jî balkişand li ser diziyê û got:

“Me dît ku tu kêmasî tu dahatûyên ji herêman re tune ye, çi sotemenî yan jî genim be. Lê belê pirsgirêk dema belavkirinê de derdikeve, hin kes gendeliyê dikin.”

Emîne Osê jî diyar kir kir ji bo pêşiya qaçaxçitiyê û gendeliyê li her rêveberiyek dê komîteyek çavdêriyê avabikin.

Back to top button