Di 11 mehan de 37 hezar ciwanên Başûrê Kurdistanê koçî derve kirine

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji ber rewşa siyasî û polîtîkayên li herêmê koçberiya ciwana a ewropa gelek zêde bûye.
Taybet jî koçberiya ciwanên kurd.

Saziya Lûkte ya Karûbarên Penaberan, ya Iraqê ragihand di navbera 2015 û 2021’an de li Iraqê 633 hezar û 273 ciwanan koçî derveyî welat kirine. Tenê di nava 11 mehên borî de 37 hezaran koç kirine. Piraniya wan jî ciwanên Başûrê Kurdistanê ne.

Ev dimenê ku hûn temaşe dikin di navbera sînorê Polonya û Belarus de yê ciwanên kurd yê asê mane ye.

Ciwanên ku bi devoka Behdînanê diaxivin û yek ji wan diyar dike halê wan ti ne hal e.

Ev gotin axaftineke bav û kalan tîne bîra mirov.

“Çavê deriya xwelî seriya”

Ev rewşa ciwanên kurd rastî jî cihê êşêye. Çi sedem dibe bila bibe nabe ku mirov axa xwe biterikînin.

Têkildarî vê koçberiya li Başûrê Kurdistan û Iraqê Saziya Lûkte ya Karûbarên Penaberan ji rojnewsê re axivî û daneyên koçberiyê parvekir.

Li gorî daneyên Saziya Lûkte ya Karûbarên Penaberan, ya Iraqê di navbera 2015 û 2021’an de li Iraq û Başûrê Kurdistanê 633 hezar û 273 ciwanan koçî derveyî welat kirine.

Di nava van 5 salan de 261 ciwanan koç kirine û 185 ciwan jî winda ne.

Li gorî bîlançoya Saziya Lûkte, tenê di nava 11 mehên borî de ji Iraqê 37 hezar ciwanan koç kirine. 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda bûne.

Li gorî bîlançoyê herî zêde li Qeladiz û Ranya ciwan koç dikin, piştî wê jî li Şêladiz, Soran, Helebce, Seyidsadiq û Hewlêr tê.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ji Rojnews’ê sedema koçberiya ciwanan jî wiha nirxand.

Koçberiya li Herêma Kurdistanê bûye diyarde û ji rewşê derketiye.

Ji ber ku ti heviya xelkê vê rêveberiyê nema ye.

Gelek ciwan xwendina xwe qedandina nayên erkdarkirin, bêkar mane. Ji bo her kesî azadî nîne hin kesên muxalîf tên girtin.

Welatî jî hez axa xwe nakin, li ber xwe nadin.

Di nava 2 mehan de 400 kes ji Herêma Kurdistanê koç kirine.

Yek jî ciwanê Helebcê Cotyar Ebdulqadir jî sedema koçberiya ciwanan wiha nirxand:

“Sedema koça ciwanan bêkarî, nebûna derkeftên kare. Li gorî agahiyên bi dest min ketine, di 10 rojên borî de ji Helebce 200 ciwan koç kirin.”

Back to top button