Di êrişa ser gundê Hoşan yê Eyn Îsa de welatiyek şehdî bû

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dewam dikin. Di êrişa ser gundê Hoşan yê Eyn Îsayê de welatiyek şehîd û 3 jî birîndar bûn. Artêşa Tirk îro jî gundên Um Qura û Kefir Qaris ên Şehbayê û gundê Bênê yê Şêrawa topbaran kir. Meclisa leşkerî ya Minbicê jî bilancoya êrişan ya meha Hizêranê eşkere kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.

Dagirkeran di saetên ber êvarê de bi çekên giran êrişî navçeya Eyn Îsa kirin.

Di êrişa ser gundê Hoşan de welatîyekî bi navê Şêx Mihemed yê 25 salî şehîd û 3 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin welatiyên birîndar bûne; Mihemed Bozan Sebirî (25), Bozan Osê (17), û Xalid Cebel Ehmed (16) e.

Dagirkeran gundên Şehba û Şêrewa ya Efrînê topbaran kirin

Dagirkeran careke din gundên Şehba û Şêrewa ya Efrînê dan ber topan

Gundên Um Qura û Kefir Qaris ên kantona Şehbayê rastî topbaranê hatin..

Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ya jî topbaran kirin..

Duh derengîya şevê jî gundên Hirbil, Semoqa û Til Medîq ên kantona Şehbayê rastî êrişan hatin.

Her wiha dagirkeran gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker di meha Hezîranê de, eşkere kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Di meha Hezîranê de 513 top li herêmê ketin

Di 1’ê Hezîranê de, gelek gundên navborî bi top û hawanan bûn hedef û bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Ereb Hesen hat bombebarankirin.

2’ê Hezîranê, komeke çeteyên artêşa Tirk, 3 caran hewl dan ji 3 aliyan ve bikevin gundê Mihsenlî, lê bersiva wan hat dayîn û êriş hat bêbandorkirin.

3’ê Hezîranê, li eniya bakur, çeteyekî girêdayî dewleta Tirk ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin û dema çeteyekî din hewl dida mayînekê li derdora gundê Mihsenlî bi cih bike, birîndar bû..

9’ê Hizêranê, bi 3 moşekan gundê Cat hat topbaran kirin û di encamê de zirar gihaşt mizgefta gund.

13’ê Hezîranê, artêşa Tirk a dagirker bi 11 topan gundê Hoşeriyê û Mihsenlî kir hedef û 15 top li gundê Til Torîn hatin xistin.

15’ê Hezîranê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dironeke dewleta Tirk dema li ser eniyên bajar digeriyan, xistin xwarê..

Di heman rojê de, artêşa Tirk a dagirker bi moşekan gundê Ewn Dadat topbaran kir û 3 top avêtin gundê Mihsenlî..

27’ê Hezîranê, gundê Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadat, Mefarîd û Cerad hatin topbarankirin û di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan.

29’ê Hezîranê, bi moşekan gundê Ereb Hesen bûn hedef û di encamê de 2 zarok şehîd bûn.

Her wiha 15 top li gundê Mihsenlî û Cerad ketin û li gundê Cerad, ciwanê bi navê Mihemed Xalid El-Mihemed (23) di nava erdê xwe de şehîd bû.”

Li gorî daxuyaniya Meclisê, di Hezîranê de, 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button