Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê demên dawî zêde bûne.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev êrişî gundên Şehbayê kir.
Artêşa Tirk a dagirker duh derengî şevê gundên Hirbil, Semoqa û Til Medîq ên kantona Şehbayê gulebaran kir.
Duh gelek herêm ji aliyên dewleta Tirk ve hatin topbaran kirin.
Taybet gundên Minbic ,Şehba û navenda navçeya Til Rifetê .
Hêzên garantor ên li herêmê jî mîna her car vê carê jî li hember êrişê bêdeng man.