Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehba 3. konferansa xwe li darxist

“Bi vejîna ciwana xwe rêxistin bike, rêber Apo Azad bike” bi vê siloganê ciwanên herêma Şehba û Efrînê konferansa xwe ya 3’emîn li darxist.
Ciwanên beşdar teqez kirin ku bi xebat û rêxistinkirinê ew ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Bi vê coşê tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehbayê 3’emîn konferansa xwe li darxist.

Konferans bi amadebûna nêzê 600 ciwanan, nûnerên sazî û meclîsên herêmê li salona Mîtan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê pêk hat.

Tecrîd û pêngava navneteweyî rojeva sereke a konferansê bû

Di konferansê de, rapora salê û xebatên rêxistinî hatin nîqaşkirin.

“Em ê bi xebat û rêxistina ciwana, rêber apo bi fîzîkî azad bikin”

Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo û pêngava navneteweyî, rojeva sereke ya Konferansê bû.

Ciwanê bi navê Xalid Xalid diyar kir ku lidarxsitina konferansê di vê demê de bersiveke ji bo dagirkeran.

Konferans bi pilanseziyekê bi dawî bûn.

Back to top button