Beşek ji Pêşmergeyên Dêrîn yên Hewlêrê bi binoya 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, behsa girîngî û pêwîstiya PKK’ê kirin û gotin: “Damezirandina PKK’ê di demekî de hat ku pêwîstiya gelê Kurd gelekî pê hebû.
Niha jî PKK ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bi rihê fedekarî di nava têkoşîn û berxwedanê de ye.”
Têkoşîna PKK’ê di roja me ya îro de sînorên Kurdistanê derbas kiriye û derbasî qada cîhanî û navnetewî bûye.
PKK’ê bûye hêviya azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest.
Pêşmergeyên dêrîn yên bajarê Hewlêrê bin van gotinan ser rol û bandora PKK’ê ya li ser gelê kurd, axivîn.
Yek ji wan pêşmergeyan Ferhad Qadir damezrandina PKK’ê li gelê kurd û tevahî cîhanê pîrozkir.
Ferhad Qadir diyar kir ku PKK’ê ji bo mafê gelê xwe bi fedayî têdikoşe û li hember desthilatan disekine.
Pêşmerge Kemal Husên: PKK’ê bûye parêzvanê mafê gelê Kurd
Pêşmergeyekî din yê dêrîn Kemal Husên 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û anî ziman ku PKK’ê bi dilxwazî li her aliyekî Kurdistanê xwedî rol e.
Di dawiyê de pêşmergeyên dêrîn piştgiriya xwe ji gerîlayên PKK’ê re dubarekin û teqez kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku wê PKK doza kurdistanê biserbixîne.