HPG: DI ÇALAKIYA LI ÇELÊ DE 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG’ û YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn, di encamê de 13 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxistin.

2’ê Îlonê gerîlayan li dijî dagirkerên ku li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist.

Di encama çalakiyê de bi awayekî serkeftî li çeper û baregehên dijmin hatin xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Heman rojê gerîlayan li dijî konvoya artêşa Tirk a dagirker ku ber bi Girê Xeregol ê Çelê ve diçû çalakiyek lidar xist.

Leşker û wesayîtên di konvoyê de bi serkeftî li wan hate xistin, di çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa Kobra hate rûxandin û bi giştî 13 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bêseruber bi topên hawin û obusan herêm bombebaran kir û bi gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button