Li dijî dewleta Tirk xwepêşandan pêk hatin

Piştî daxuyaniyên Wezîrê Tirk Çawuşoglû ên derbarê Rêveberiya Şamê û Komên çete de li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan tên kirin. Ji Idlib heta bi Girê Spî banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmê hat kirin.

Ev ala tê şewtandin li bajarê Ezazê yê dagirkirî bi destên çeteyên dewleta Tirk bi xwe tê kirin.

Çeteyên dewleta Tirk ji duh ve li tevahiya herêmên dagirkirî qadan e û hêrsa xwe li dijî daxuyaniyên dawî yên wezîrê karê deve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlud Çawişoglu nîşan didin.

Çawişoglu duh gotibû ew ê çeteyên ku navê opozîsyonê li wan dike û Hikûmeta Şamê li hev bînin.

Ev daxuyaniyên Çawişoglu bû sedema nerazîbûnên mezin û li dijî vê yekê çeteyan xwepêşandan li Idlib, Ezaz, Bab, Cerablûs, Girê Spî, Efrîn, Serê Kaniyê û gelek bajarên din li dar xistin.

Di xwepêşandanên li Ezazê de artêşa Tirk zarokek kuşt û çend kes birîndar kir

Çeteyên xwepêşandêr li bajarê Ezazê derbasî Meclisa Naxweyî ya bajêr bûn û ala dagirkeriya Tirk daxistin û şewitandin.

Çeteyan li ser baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Ezazê de girtin û maşîneyên zirxî yên dewleta dagirker dan ber keviran.

Dewleta Tirk gule bi xwepênaderan reşand û di encamê de zarokek hate kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li nêzî 25 deverên dagirkirî çeteyan xwepêşandanên girseyî li dar xistin

Îro jî li ser banga serçeteyan, danê piştî nîvro li nêzî 25 bajarên li herêmên Idlibê heta Girê Spî yên dagirkirî xwepêşandanên bi navê ” Em li hev nakin” hatin li darxistin.

Li gundewarên Idlibê Xwepêşendêr li pêşiya xala çavdêriyê ya dagirkeriya Tirk a li gundê Mestûme kom bûn. Dagirkeriya Tirk ji bo xwepêşanderan belav bike, gaza rondikrêjê avêtin.

Her wiha li Dergeha Cerablûsê yê dagirkirî jî dagirkeran gule li xwepêşenderan reşand.

Çeteyan di xwepêşandan de gotin ewê nehêlin dewleta Tirk wan bikarbîne û daxwaz kirin dagirkeriya Tirk ji herêmê derkeve.

Back to top button