PKK: Divê Kurd bi yekîtiya xwe bersiva êrişan bidin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku tola Rêzan Cawîd û hemû şehîdên Kurdistanê ji dewleta Tirk hilînin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo endamê Meclisa Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê şehîd Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) daxuyaniyek da.

Komîteyê anî ziman ew bi êş û xemgînî pê hesiyan ku Cawîd ê li Qamişlo mêvan bû, ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk ve bi nemerdane hat şehîdxistin û got,

“Em vî şehîdê xwe yê hêja yê Kurdistanê bi rêz û minet bi bîr tînin; êşa malbat û gelê me yê Rojhilat bi parve dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên Kurd û gelê Kurd wê di têkoşîna azadiyê de timî xwedî li Rêzan Cawîd derkevin.”

Komîteyê da zanîn ku şahadeta Rêzan Cawîd careke din nîşanî me da ku dewleta Tirk dijminê hemû kurdan e û ev bang kir:

“Bila kes hesabên şaş neke, nebe şirîkê kirinên dewleta Tirk.

Divê Kurd bi yekîtiya neteweyî bersivê bidin van êrişan”

Back to top button