Cemal Şêx Baqî: Ji mafê QSD’ê ye parastina gel û herêma xwe bike

Doh QSD’ê weke bersiva êrişên dawî yên rojane l iser herêmê, rêzeçalakî li dijî artêşa Tirk pêk anîn;
Û di encamê de 23 dagirker hatin kuştin.
Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî berxwedana QSD’ê silav kir û tekez kir ji mafê QSD’ê ye gel û hrêma xwe biparêze.

Cemal Şêx Baqî ji ajansa Hawarê re da zanîn ku mafê QSD’ê ye ku parastina xaka xwe bike û ev got:

“Pêdiviya bi van operasyonan heye û di demeke guncaw de hatin lidarxistin.

Ji mafê QSD’ê ye ku di çarçoveya parastina rewa de herêmê û gelê xwe biparêze.”

Şêx Baqî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk bi aramca têkbirina Rêveberiya Xweser û projeya wê ya li herêmê ye.

Dawiyê Cemal Şêx Baqî bang li partî, hêzên siyasî û civakî yên li herêmê kir ku li hember êrişan piştgirya QSD’ê bikin û destekê bidin.

Back to top button