Koalisyona Navdewletî: Êrişên derve şerê li dijî DAIŞ’ê asteng dike

Dewleta Tirk demên dawî êrişî herêmên Bakurê Sûrî dike û li dijî gelan komkujiyan pêk tîne.
Di serî de QSD’ê, gelên herêmê xemsariya hêzên cîhanî weke sedema van êrişan nîşan didin.
Ji ber zêdebûna nerazîbûnan, Koalîsyona Navdewletî neçar ma daxuyaniyekê bide.
Koalisyonê da zanîn ku êrişên dawî şerê li dijî DAIŞ’ê asteng dike.

Dewleta Tirk bi erêkirina hêzên cîhanî, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin.

Heta niha di van êrişan de fermandarên QSD’ê yên di mijara têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke girîng rabûne, dibin armanca van êrişan.

Bi taybet jî fermandar û şervanên jin.

Li dijî vê yekê, gelên herêmê rojên derbasbûyî berê xwe dan baregehên Amerîka û Rûsyayê û hevkariya wan a li gel dewleta Tirk şermezar kirin.

Li hemberî vê rewşê, QSD’ê jî her çendî bi awayekî ne fermî be operasyonên xwe ên hevbeş li gel hêzên koalîsyonê rawestandin.

Fermandarê QSD’ê Mazlum Abdî li ser mijarê gotibû,

Di rewşekê de ku dewleta Tirk êrişî her qadên me dike, erka serke a hêzên me wê ne şerê li dijî DAIŞ’ê be.

Hem helwesta QSD’ê û hem jî hêrsa gelên herêmê, Koalîsyona Navdewletî neçar kir ki daxuyaniyekê bi vî sernavî bide:

Endamên Koalîsyonê, metirsiyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûrî li gel fermandarên QSD’ê gotûbêj dikin.

Fermandarê Hêzên Hevbeş John Brennan (Con Brênin) ragihand ku armanca serke ji hevdîtinan nirxandina rewşa dawî ya ji ber êrişên derve ye û got;

Beriya het tiştî koalîsyona careke din teqez dike ku ew ê hevkariya xwe a li gel QSD’ê dewam bike.

Ev hevkarî wê bibe misogeriya têkbirina DAIŞ û pêkanîna aramiya li herêmê ye.

Tevgera hêzên derve dibe sedem ku şerê li dijî DAIŞ’ê were astengkirin.

Koalisyona Navdewletî: Em kuştina sivîlan şermezar dikin

Her wiha li ser jiyana gelên herêmê jî gef e.

Di vê mijarê de em kuştina xelkê sivîl şermezar dikin.

Her çendî koalîsyonê di daxuyaniya xwe de eşkere navê dewleta Tirk bicih nekiribe jî,
lê hem êrişên derve ên behsa wan dike û hem jî kuştina sivîlan, tenê ji aliyê artêşa Tirk ve têne kirin.

Back to top button