Hilbijartinên Lîbyayê…Xalîfe Hafter namzetiya xwe eşkere dike

Piştî şerê navxweyî ku 10 salan dewam kir, li Lîbyayê 24’ê Kanûnê hilbijartin hene.
Doh kurê serokê berê yê welatî Qedafî, Seyfûlîslam namzetiya xwe ji bo serokatiyê eşkere kir.
Îro jî fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hafte ragihand ku ew ê roja Sêşemê serlêdanan namzetiyê bike.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên Lîbyayê re, kesên ku namzetiya xwe a ji bo serokatiyê radighînin jî eşkere dibe.

Piştî serlêdana kurê serokê berê Muamer Qedafî Seyfûlîslam, namzetiya Xelîfe Hafter ket rojevê.

Çavkaniyên ji nava artêşê Lîbyayê ragihandin ku fermandarê wan Hafter wê roja Sêşemê serlêdana fermî bike.

Hin aliyê din ên li welatê jî îdîa kirin ku li ser mijarê danûstandin li gel serokê parlementoyê Eqîle Salih têne kirin.

Hat gotin, armanc ji van hevdîtinan ew e ku Salih ji bo piştgiriya Xelîfe Hafter, daxwaza a namzetiyê betal bike.

Desteka zêde a li Rojhilatê Lîbya ji bo Hafter, dihêle ku şensê wî yê serkeftinê zêde bibe..

Ji xwe ev demeke ji bo bibe serokê welat, amadekariyên taybet têne kirin.

Bi vê armancê beriya 2 mehan Hafter erka xwe a fermandariya artêşê rawestandin û heta cil û bergên leşkerî jî jiwe kirin.

Hem alîgirên wî û hem jî beşek mezin ji civakê di wê baweriyê de ne ku wê Hafter karibe Lîbya birêve bibe..

Di rewşeke wiha de pirsa herî zêde tê kirin ev e:

Gelo namzetiya Seyfulîslam Qedafî wê bandoreke çawa li Xelîfe Hafter bike?

Bi taybet herû alî jî niha dixwazin li Lîbyayê bibin xwedî serwerî.

Di vê navberê de namzetiya Xelîfe Hafter rê li ber hêrsa Rojavayê welat kir..

Serokê Meclisa Bilind Xalid El Meşrî diyar kir ku ew ê rê nedin Hafter bibe namzet.

Back to top button