Dewleta Tirk 150 çete ji bo li dijî Ermenîstanê şer bikin şand Azerbeycanê

Dewleta Tirk bi armanca piştgiriya Azerbeycanê bike, 150 çete ji Efrînê şandiye şerê li dijî Ermenîstanê.
Her weha dagirker hewl didin ku bi pereyan ciwanên Efrînê bixapînin û bişînin şer.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên ku li deverên Sûriyê yên dagirkirî kom kiriye, piştî Lîbyayê niha jî dişîne Azerbeycanê da ku li dijî Ermenîstanê bikar bîne.

Di heman demê de leşker û alavên şer veguhêst û tetbîqata leşkerî bi Azerbeycanê re pêk anî.

Li Idlib, Efrîn û herêmên din yên dagirkirî çeteyan kom dike û perwerde dike ji bo ku li dijî Ermenîstanê şer bikin dişîne Azerbeycanê.

Her weha hewl dide ku ciwanan jî bi pereyan bixpîne û wan bişîîne Azerbeycanê.

Rêxistina mafê mirovan a Efrîn – Sûrî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker hewl da 3 ciwanên Efrînê bi pereyan bixapîne û bişîne Azerbeycanê.

Lê ciwanan piştî rastiya dagirkeran fêhmkirin, ev yek qebûl nekirin.

Rêxistinê eşkere kir ku dewleta Tirk ji bo perwerdekirina çeteyan hin baregeh di navbera herêma Efrîn û Idilbê de ava kiriye.

Li gorî Rêxistinê, ji Efrînê tenê 150 çete ji bo Azerbeycanê hatine şandin.

Çeteyên ku diçin Azerbeycanê jî wê her mehê 4 hezar dolar mûçe bigirin.

Back to top button