Kenneth Mackenzie: Dê DYE 2200 leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne

Rêveberiya DYE’ê biryar da ku hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê ji 5200’î daxîne 3 hezarî.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Kenneth Mackenzie li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê hijmara leşkerên xwe li Iraqê kêmbikin.

Kenneth Mackenzie got:

“Dê di çend hefteyan de DYA bi hikumeta Iraqê û hevkarên wan yên di koalîsyonê de şêwiran pêk bîne û koordîne bike û dê sê ji yek ji hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.”

Mackenzie da zanîn ku hejmara hêzên Amerîkayê di meha Îlonê de, dê ji 5 hezar û 200 leşkerî dakeve 3 hezar leşkerî.

Mackenize destnîşan kir ku hêzên li Iraqê bimînin dê di têkoşîna li dijî bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê û têkbirina wan de, alîkariya hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin.

 

Back to top button