Amerîkayê li dijî 2 balafirên bi çek yên bê mirov ên Husiyan êriş pêk anî

Êrişên Îngilistan û Amerîkayê yên li dijî Husiyên li Yemenê dewam dikin.
Artêşa Amerîkayê ragihand li dijî du balafirên bi çek yên bê mirov ên Husiyan êriş pêk anîne.
Husiyan jî eşkere kir Amerîkayê û Îngilistanê li dijî bajarê Sada yê Yemenê êrişên ezmanî pêk anîne.
Her wiha Husiyan ragihand ku wan li Derya Sor li dijî du keştiyên Amerîka û Îngilistanê operasyon kirine.

Di van rojên dawiyê de aloziya li Derya Sor zêde buye.

Operasyonên hevbeş yên Amerîka û Îngilistanê yên li dijî Husiyên Yemenê dewam dikin.

Amerîkayê careke din êrişî Husiyan kir.

Artêşa Amerîkayê ragihand li dijî du balafirên bi çek yên bê mirov êriş pêk anîne.

Hat ragihandin êriş di çarçoveya parastina rewa de hatiye kirin.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin;

“Hêzên Amerîkayê li herêmên Yemenê yên di bin serweriya Husiyan de 2 balafirên bi çek yên bê mirov tespît kir û bîryar da ku ev balafir ji bo keştiyên Amerîkayê û keştiyên bazirganiyê yên li herêmê gef in.”

Husiyên Yemenê: DYA û Îngilistanê li dijî bajarê sada 3 êriş pêk anîn

Têkildarî êrişa Amerîkayê Husiyan jî daxuyanî dan û êriş piştrast kirin.

Husiyan diyar kirin Amerîkayê û Îngilistanê li dijî bajarê Sada yê li bakur-rojavayê Yemenê êrişên ezmanî pêk anîne.

Bajarê Sada ku li sînorê Erebistana Siûdî ye weke Keleha Husiyan tê bi navkirin.

Husiyan li Derya Sor êrişî 2 keştiyên DYA û Îngilistanê kirin

Li aliyê din Husiyan jî ragihand ku wan li Derya Sor bi moşekan êrişî du keştiyên Amerîka û Îngilistanê kirine.

Berdevkü Leşkeri yê Husiyan Yehya Serî têkildarî mijarê daxuyanî da û got,

“Hêzên Deryayî yên Yemenê li Derya Sor du operasyonên leşkerî pêk anîn. Di van operasyonan de keştiyeke Amerîkayê û yeke Îngilistanê hatin hedef girtin.”

Ji 11’ê Çile’yê ve êrişên DYA û Îngilistanê li dijî Husiyan didomin

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) duh eşkere kir ku wan roja yekşemê jî êrişên xwe yên li dijî Husiyên li Yemenê berdewam kirine.

CETNCOM’ê ragihand wan bersiva amadekariya êrişa li dijî keştiyên li derya sor dane.

Husiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike ji meha Mijdarê ya 2023’an ve êrişî keştiyên şer û bazirganî yên li derya sor dikin.

Tê diyar kirin ji sedî 15 yê bazirganiya cîhanê li ser derya sor tê kirin û salane ji trîlyonek dolarî zêdetire.

Êrişên Husiyan jî yên li ser derya sor vê bazirganiyê asteng dikin û weke gef tên dîtin.

Amerîka û Ingilistan jî weke bersiv ji 11’ê Çileyê ve li dijî Husiyan operasyonên hevpar pêk tînin.

Amerîkayê careke din êrişî Husiyan kir

Back to top button