Tokyo jî beşdarî bernameya kirîna F-35’an dibe

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA, ji bo Japonya beşdarî bernameya balefirên F-35 bibe, bi şirketa parastinê ya Lockeheed Martin re peymanek bi bihayê 23 milyon dolar zêdetir çêkir.

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) di daxuyaniyên rojane yên danezana îhaleyan de, ragihand ku “Peymanek bi şirketa Texas-based Lockheed Martin Aeronautics re ya 23 milyon 18 hezar û 589 dolar” hatiye çêkirin.

Vê peymanê ji bo entegrasyona welatekî ku di bin bernameya Firotina Leşkerî ya Derveyî Welat (FMS) de ye di bernameya F-35 Joint Strike Fighter Fighter û piştgiriya bernameya taybet bi welat de ji bo hilberîn, guherîn, lojîstîk û xebatên parastinê yên balafirên F-35 e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku welatê tê qala wê tê kirin Japonya ye ê wiha hat gotin:

Li gorî peymanê ger Japonya bihayê hatî dayîn bide, wê Peyman wê Adar 2025 were bidawîkirin.

Japonya ji bo kirîna balefirên F-35A û F-35B ya bi bihayê 23 mîlyar dolar bi Waşîngtonê re ket nava danûstandinan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Tîrmeha 2019’an Tirkiye ji bernameya F-35 hate derxistin, 8 welatên nû beşdarî bernameyê hatibûn kirin.

Back to top button