Kongra Star a bajarê Helebê bi daxuyaniyeke girseyî komkujiya ku li Helincê şermezar kir û her sê jinên tekoşêr ên di komkujiyê de şehîd bûne bi bîranîn.
Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Şêx Meqsûd bi tevlibûna bi dehan Endamên kongreyê, sazî û dezgehên sivîl hat dayîn.
Kongra Star destnîşan kir ku Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî her sê jinên pêşeng bi rengekî hovane hatin kuştin û hat gotin
Ev jinên ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo bi bandor bûbûn, di hemû qadên siyasî û jiyanî de cih digirtin û bi rêxistineke xurt tevli dibûn.
Hat diyar kirin bersiva ji bo van êrîşan, îsrara di şoreşa jinan de ye.
Hat gotin hemû planên êrîşan wê têk biçin û azadiya jinan ewê bi têkoşînê bê misoger kiriin.