MECLÎSA ŞENGAL Û TAJÊ BANGA PÊŞWAZÎKIRINA DÎLÊNÊZIDÎ KIRIN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo pêşwazîkirina kesên Êzidî yên hatine rizgarkirin, bang li xelkê Şengalê kirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo pêşwazîkirina kesên Êzidî yên ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatine rizgarkirin bang li xelkê Şengalê kirin ku di 1’ê Adarê de, di saet 13:00’an de, li ber deriyê sinor amade bin.

Wê jin û zarokên hatine rizgarkirin radestî Meclîsa Xweser û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ werin kirin.

Di qonaxa dawî ya Begara Cizîrê de bi sedan sivîlên Êzidî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgar kirin.

Kesên ku hatine rizgarkirin radestî Mala Êzidyan a li Kantona Cizîrê hatine kirin.

Leave a Reply

Back to top button