Li Yemenê, Koalîsyona welatên Ereb bi giranî nuqteyên hêzên Hûsî topbaran kirin.
Li gorî dezgehên ragihandinê, duh hêzên parastinê yên koalîsyona Ereban bi dijwarî deverên çekan ên Hûsiyan li parêzgeha Sen’a û derdora Imranê topbaran kirin.
Çavkaniyan her wiha diyar kir ku roja Pêncşemê jî, Koalîsyonê deverên Hûsiyan ên li Cebel Heylan جبل هيلان ê li Rojavayê parêzgeha M’ribê jî kirin armanc.
Di encama bombebaranê de, zêdeyî 21 çekdarên Hûsî hatin kuştin û birîndarkirin û embarên çekan jî hatin rûxandin.
Li gorî agahiyan, di vê mehê de ji ber binpêkirina hêzên Hûsî ya agirbesta navdewletî, 11 sivîl hatin kuştin û zarok jî di nav de, 16 sivîl birîndar bûn.