Jinên Germiyanê: Divê her kes li dijî siyaseta şerxwaz raweste

Jinên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Germiyan siyaseta şerxwaz a PDK’ê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye di nava hewldanan de ye û agirê şer gur dike.
Li Ranyayê jî malbatên şehîdên têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bang li civaka navneteweyî kir.

Siyaseta şerxwaz a Partî Demokratî Kurdistan, ji aliyê jinên endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Germiyanê hat şermezarkirin.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Rabîe Ebas ya li Xaneqînê diyar kir ku Tirkiye di nava hewldanan de ye û dixwaze li Başûrê Kurdistanê agirê şer gur bike.

Li gorî Şeyma Ednan a rûniştvana Rizgarî jî, eger ev şer rû bide, wê bibe sedema malwêraniyê û destkeftiyên gelê Kurd dê têk biçin.

Jinên endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Germiyanê di dawiyê ev bang kir.

SÛCÊN DEWLETA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
MALBATÊN ŞEHÎDAN BANGA CEZAKIRINA DEWLETA TIRK KIR

Li Ranyayê jî, têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê malbatên Şehîdan bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji Tirkiyê deyînin.

Back to top button