Corona..Li Iraqê di 24 saetan de 781 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 781 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 21 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 781 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 436 kes xelkê Bexdayê ne.

Her wiha hat gotin ku 587 nexweşên virûsê bi temamî baş bûne û 21 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên dawî hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 7 hezar û 387, ji wan 4 hezar û 95 kes baş bûne û 256 kes jî mirine.

Back to top button