Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 3 kesên din ku bi vîrûsa Coronayê ketibûn baş bûn.
Duh jî heman wezaretê diyar kiribû ku 4 kes baş bûne û kesek jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên wezaretê heta niha li herêmên hikûmeta Şamê 123 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 6 kes mirine û 53 jî baş bûne.