Piştî kuştin û koçkirina bi hezaran, Serokwezîrê Ityopyayê Aby Ehmed danûstandinan red dike..
Ehmed duh şanderên Yekîtiya Afrîkayê agahdar kir ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî herêma Tîgrayê dewam bike û li ser maseya danûstandinan rûnane.
NY jî bi daxuyaniyekê bang li aliyên şer kir ku navbeynkariya Afrîkî ji dest nebin û aloziyê bi awayekî aştiyane çareser bikin.
Li ser erdê jî, Artêşa Etyopyayê îro kontrolakirina derverine stratejîk li derdora paytexta Tîgrayê ragihand.
Ev serê 3 hefteyan e, şerê herdu aliyan li dar e û di encamê de bi hezaran kuştî û koçber çêbûne.